Li Kongoya Demokratîk zêdeyî 200 kes bi Ebolayê mirine

Li Komara Kongoya Demokratîk careke din Ebola derdikeve holê. Hejmara miriyên ji ber vîrûsa Ebolayê 200 kes derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rayedaran heta 15ê gulanê 875 rewşên piştrastkirî ragihandin ku di nav de 202 kes mirin.

Her wiha Navenda Kontrol û Pêşîgirtina li Nexweşiyan a Afrîkayê, piştrast kir ku rêjeya mirina bi Ebolayê gihîştiye 23%.

Vîrûsa heyî ji ber cureya Bundibugyo ya Ebolayê çêbûye.

Rayedar diyar dikin ku ji vê cure vîrûsê re, vakslêdaneke pejirandî û dermankirineke taybetî tune ne.

Li Ugandayê jî heta niha 19 rewş hatine piştrastkirin ku di nav de du kes mirine.

Lê belê, hat gotin ku rewşa li Ugandayê di bin kontrolê de ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye