Pêdiviya dibistanên ku pirtûk negihîştine wan tê pêkanîn

Îsal ji ber zêdebûna jimara xwendekaran û vekirina dibistanan li deverên ku nû tevlî herêmên Rêveberiya Xweser bûne, belavkirina pirtûkan li hin dibistanan hinekî dereng ma. Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibêje, di demeke kurt de dê pirtûk amade bin û ti kêmasîya pirtûkan li dibistanan namîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ragihand, dê di demeke kurt de pirtûkên kêm li dibistanan werin belavkirin û pêdiviya dibistanên ku pirtûk negihîştiye wan were pêkanîn.

Bernameya nûkirina materyalan û materyalên nû, hişt ku belavkirina pirtûkên sala nû ya perwerdeyê li hin cihan dereng bimîne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dibistanên seretayî, navîn û amadehî sala xwendinê ya 2025-2026`an 14`ê Îlonê dest pê kir, li 3 hezar û 647 dibistanan 713 hezar û 554 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir.

Lê ji ber dewamkirina koçberiya li herêmê û zêdebûna daxwaza xwendinê, pêwîstî bi qadên nû yên xwendekaran her zêde dibe.

Li gorî agahiyên Desteya Perwerdeyê, jimara giştî ya xwendekaran derketiye 810 hezaran.

 

Amadekirina pirtûkan temam bû, lê çapkirina wan dereng ma

 

Li gorî agahiyên rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, li gorî pêdiviyên dibistanan pêwîst bû îsal 4 mîlyon û 200 hezar pirtûk bihatana belavkirin.

 Lê ji ber nûkirina materyalên beşa duyemîn amadekirina materyalên nû yên ji bo dibistanên deverên ku nû tevlî herêmên Rêveberiya Xweser bûne, çapkirina pirtûkan dereng ket.

Rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kirin ku jimareke kêm a pirtûkan maye, ew jî dê di nava 10 rojan de ji çapxaneyê derkevin û dest bi belavkirina wan bê kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye