“Dibistanên ku minhacê Baas bikar tînin peymana civakî binpê dikin”

Hevserokê Desteya Perwerdehiyê yê Rêveberiya Xweser Adnan Berî dibêje; "Hinek ji dibistanên girêdayî Xiristiyanan hîn jî minhacê rejîma Baas`ê fêrî xwedekaran dikin. Berî destnîşan dike ev dibistan pereyan jî ji xwendekaran distînin û ev yek prensîba perwerdehiya belaş a ku di peymana civakî ya Rêveberiya Xweser de ye binpê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Desteya Perwerdehiyê di Rêveberiya Xweser de Adnan Berî ji North Press re rewşa dibistanên ku xwe dispêrin minhacê rejîma Baasê nirxand.

Adnan Berî diyar kir ku hin ji dibistanên girêdayî Xiristiyanan hîn jî minhacê rejîma Baasê fêr dikin û pereyan  ji xwendekaran distînin û ev yek prensîba perwerdehiya belaş a ku di peymana civakî ya Rêveberiya Xweser de ye binpê dike.

Berî anî ziman ku perwerdehiya li van dibistanan ne belaş e û ew xwendekarên cûrbecûr, Kurd, Ereb û Xiristiyan jî, dihewînin.

Adnan berî: Hejmara dibistanên xiristiyan 11 ne

Hevserokê Desteya Perwerdehiyê destnîşan kir ku hejmara dibistanên Xiristiyan 11 ne, pênc ji wan li bajarê Hesekê, pênc li Qamîşlo û yek jî li Dêrikê ye.

Berî piştersat kir ku hin dibistanên girêdayî mezhebên Xiristiyan red kirin ku bernameyên xwendinê yên Rêveberiya Xweser qebûl bikin û tercîh kirin ku bi bernameya rejîma Baas berdewam bikin.

“Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser tu dibistan negirtiye”

Berî tekez kir ku desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser tu dibistan negirtiye, lê belê hewl dide ku bernameyên xwendinê bike yek û bernameya xwendinê ya Rêveberiya Xweser li hemû dibistanan bicîh bîne.

Ji bo gihîştina lihevkirinekê gelek civîn bi nûnerên xiristiyanan re li dar xistine

Hevserokê Desteya Perwerdehiyê di Rêveberiya Xweser de Adnan Berî destnîşan kir armanca wan ew e ku ji bo hemû pêkhateyan li gorî ziman û çandên wan perwerdehiya belaş misoger bikin û got:

 Desteya Perwerdehiyê ji bo gihîştina lihevkirinekê di vî warî de gelek civîn bi nûnerên Xiristiyanan re li dar xistine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye