"Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e"
Li Şengalê ji ber zêdebûna her cûre tûndûtujî, xwekuştina jin û mêran Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bin navê “Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e” daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Parka Şehîd Dijwar a Xanesorê, bi tevlibûna endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê hate dayîn.
TAJÊ`yê da zanîn ku civaka Êzîdî, aliyê çandî, siyasî û bawerî rastî fermana spî tê û dest nîşan kir ku ev jî bi rêya şerê taybet û derûnî pêk tê û wiha hate gotin :
“Di encama van êrîşan de, di nav civaka me de pirsgirêkên civakî her ku diçe zêdetir dibin. Bi taybetî di van salên dawî de xwekuştin di nav civaka me de pir zêde bûye”.
Tevgera Jinên Êzîdî da xuya kirin ku li gorî hatî lêkolînkirin sedemên xwekuştinê ji ber zexta malbatê, pirsgirêkên aborî, bêhêvîtiya li hemberî jiyanê, di bin navê hezkirinê de rizandina exlaqî ne û wiha lê zêde kir: “Rûxmî ku di bawerî û cewherê Êzdayetî de jiyana komînal û wekhev heye lê ya ku niha tê jiyankirin ji vê ya dûrketin e”.
TAJÊ`yê di dewama daxuyaniya xwe de polîtîkayên ku li ser jin û ciwanan têne meşandin jî destnîşan kir û wiha got: “Bi rêya bikaranîna telefon, înternet û medyaya dîjîtal ciwanên me ji rastiya çand û baweriya xwe têne dûrxistin”.
Daxuyaniya TAJÊ bal kişand ser polîtikayên koçberkirina û wiha pêde çû: Piştî fermanê siyaseta koçberkirinê ya ji bo çûyîna Ewropayê bi gelek rêbazan li dijî civaka Êzîdî tê meşandin.
TAJÊ`yê diyar kir ku di nava malê de ji her alî ve jin rastî tûndiya fîzîkî û derûniya zilam tê û got: "Zewaca di temenê biçûk de jî pir berbelav bûye û ev yek jî dibe yek ji sedema xwekuştina hem jinên ciwan û hem xortên ciwan”.
TAJÊ: Divê em êdî ji van xwekuştinan re bêj in bes e
Tevgera Jinên Êzîdî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje ‘kuştina her jinek sedema şoreşê ye’ bibîr xist û wiha got: “Bi navê tevgera jin, rêveberiya xweser û tevahî sazî û dezgehên wê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka me jiyan dike, em xwe berpirsyar dibînin.
Daxuyaniya pêngava ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ bi vê bangê bidawî bû: “Ji bo pêşî li xwe kuştinan were girtin, em bi dirûşmeya ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermaneke’ pêngavekî didin destpêkirin. Divê em êdî ji van xwekuştinan re bêjin bes e."