Li Qamişlo Nexweşxaneya Gel hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Nexweşxaneya Gel li Qamişlo vekir, nexweşxaneya gel dê piraniya xizmetên tenduristiyê bê pere pêşkêş bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Nexweşxaneya Gel ku berê wek Nexweşxaneya Neteweyî dihat nasîn, piştî nûjenkirin û sererastkirinê, ji nû ve vekir. 

Nûnerên Rêveberiya Xweser, meclis û saziyên kantonê, Meclisa Rûspiyan, bijîşk û nûnerên civakên cuda yên li Qamişloyê di merasîma vekirinê de amade bûn.

Nexweşxaneya li Qamişlo ji 12 beşan pêk tê

Di nava nexweşxaneyê de 12 beş hene weke; nexweşiyên hundirîn, lênihêrîna awarte, şewat, nexweşiyên hestiyan, gurçik, guh, neştergerî, nexweşiyên jinan û zayînê, beşa alîkariya lezgîn, laboratuar û radyolojî. Her wiha 10 klînîk li nexweşxaneyê hene.

Desteya Tenduristiyê 60 bijîşkên pispor û 60 bijîşkên giştî, her wiha 250 karmendên hemşîretî û îdarî erkdar kirine.

Di nexweşxaneyê de 220 text û 5 ambulans hene

Li nexweşxaneyê 220 text, 5 ambulans û dermanxaneyek jî hene.

Hemû xizmetên li nexweşxaneyê dê bê pere bên dayîn, ji bilî tomografî (CT) û Wêneya rezonansê ya magnetîkî (MR) ku dê bi buhayekî erzan bên pêkanîn.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Nexweşxaneyê birêve dibe

Di merasîma vekirina nexweşxaneyê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe, bê westan ji bo civakê têdikoşe.

Dr. Ciwan Hemê: Em ê layiqî fedakariyên şehîdan bin

Rêveberê giştî yê nexweşxaneyê Dr. Ciwan Hemê jî axivî û spasiya wan kesan kir ên ku beşdarî vekirina nexweşxaneyê bûn û got ku ji bo ew layiqî fedakariyên şehîdan bin wê bi fedakariyeke mezin xizmeta gel bikin.

Piştî axaftinan, nexweşxane ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vekirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye