Rêxistina Kongreya Star, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û meclisên jinan, li bajarê Dirbêsiyê civîneke berfireh li dar xist.
Di civînê de geşedanên siyasî yên dawîn yên li herêmê û rola jinan di qadên cuda de hatin nirxandin.
Di destpêka civînê de, Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî.
Foza Yûsif, di nirxandina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî ya giştî ya herêmê û mijara entegrasyonê şîrove kir.
Her wiha Foza Yûsif girîngiya misogerkirina mafên jinan û beşdariya wan a di hemû qadên civakî û siyasî de destnîşan kir.
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê bal kişand ser rewşa Yekineyên Parastina Jin (YPJ) û diyar kir ku hikûmeta veguhêz heta niha statuya YPJ’ê qebûl nekiriye.
Civîn, piştî nirxandina geşedanên siyasî, bi nîqaşên beşdaran ên li ser ramanên parastina mafên jinan û rêbazên xurtkirina rola wan a di civakê de bi dawî bû.