Barana îsal bandoreke erênî li zeviyên çandiniyê kiriye

Îsal li herêma Cizîrê baraneke zêde bariya û bandoreke erênî li çandiniyê kiriye. Endezyarê çandiniyê Farûq Hisên got: "Baraneke zêde bariya, pêwîstiya zeviyan bi gubreyê heye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsal li herêma Cizîrê baraneke zêde bariya û bandoreke erênî li çandiniyê kiriye, bi taybetî genim û ceh.

Lê di encama barana zêde de, hin kêzik û nexweşî derketine, wekî kêzika trîp, kurm û nexweşiya zingarê li zeviyan xuya dike.

Di çarçoveya amadekariyên ji bo demsala çinînê de, komîteyên çandiniyê yên li herêmê dest bi pêkanîna planeke pêşîlêgirtinê kiriye.

Armanca vê planê ew e ku metirsiya şewatan kêm bike û berheman biparêze.

Di vê çarçoveyê de, bi qasî 3 ton û 260 lître riwekkuj hatine belavkirin ku ew ê li herêmê ji bo reşandina nêzîkî 6 hezar kîlometreyan were bikaranîn.

Endezyarê çandiniyê Farûq Hisên got ku Baraneke zêde bariya, pêwîstiya zeviyan bi gubreyê heye, beriya ku nexweşî li zeviyan bikevin.

Li gorî agahiyan, li herêma Cizîrê rûbera çandina genim nêzîkî 1 milyon, 306 hezar û 440 donimî ye, ya ceh jî 108 hezar û 870 donim e.

Sebzeyên zivistanê li 65 hezar û 322 doniman hatine çandin û berhemên derman û aromatîk li 87 hezar 96 doniman hatine çandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye