Hêzên Îsraîlê di demekê de ku lêgerîna dronan berdewam dikin, dest bi operasyon û lêgerînên li dijî hejmarek malên sivîlan kir.
Di heman demê de, hêzeke Îsraîlê ya din jî derbasî gundê Um Izamê yê li gundewarê bakur bû.
Hêza Îsraîlê xaleke kontrolê ya demkî li gund danî û rêwî hatin rawestandin.
Ev kiryar beşek ji rêze-desttêwerdanên artêşa Îsraîlê yên li başûrê Sûriyê ne.