Deriyê Kuweytê yê bi sînorê Îraqê re piştî êrîşan hat girtin

Kuweyt piştî ku deriyê wê yê sînor ê bi Îraqê re bû armanca êrîşên dronan, ev derî bi awayekî demkî jî hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medyaya Îraqê, Kuweytê piştî êrîşên bi dronan a Îranê, deriyê sînor ê Ebdelî yê li gel Îraqê bi awayekî demkî girt.

Lê heta niha nehatiye eşkerekirin ku cihê hatiye bombebarankirin cihê leşkerî ye yan saziyek sivîl e.

Di rojên dawî de Îran weke bersiva êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi dron û mûşekan êrîşî ser xaka Kuweytê dike.

Li gorî hinek rayedarên Îranê, ew baregeh û navendên girêdayî DYA'yê hedef digirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye