Li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Osloyê teqînek çêbû

Li paytexta Norwecê Osloyê, li Balyozxaneya Amerîkayê teqînek çêbû. Polîsan ragihand ku di bûyerê de ti zirarên canî çênebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medyaya Norwecê, di nîvê şevê derdora saet 01:00’ê de li Balyozxaneya Amerîkayê teqînek çêbû.

 

Berdevkê Polîsan Mikael Dellemyr ji dezgeha weşanê ya giştî NRK’ê re axivî.

 

Mikael Dellemyr diyar kir ku teqîn li beşa konsulxaneyê ya balyozxaneyê çêbûye û tenê xisareke madî ya biçûk çêbûye.

 

Şahidan jî anî ziman ku piştî teqînê dûman ji avahiyê bilind bûye.

 

Polîs bi balyozxaneyê re di nava pêwendiyê de ne, lê derbarê sedema teqînê de, hîn jî ti agahî nehatine eşkerekirin.

 

Ji ber ku Tehran li dijî hedefên pîşesazî û dîplomatîk tolhildanê dike, balyozxaneyên Amerîkî li Rojhilata Navîn di rewşa hişyariya bilind de ne û çend ji wan rastî êrîşan hatin.

 

Lê belê, polîsan ti nîşanek neda ku bûyera li nêzî balyozxaneya Amerîkî li Oslo bi pevçûnê ve girêdayî ye an na.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye