Li Belçîkayê vê carê dora grevê ya Federasyona Wallonya-Brukselê ye.
Federasyon wekî hikumeta her du herêman kar dike û biryarên ji bo çandê û perwerdeyê dide.
Karker û karmendên di bin banê vê federasyonê de ne, tevlî vê grevê dibin.
Wekî grevên berê, beşdarîya herî krîtîk di sektora veguhastina giştî de pêk tê.
Sendîkayên riyên hesinî û yên herdu balafirgehên navneteweyî tevlî bi girseyî tevlî grevê dibin.
Loma jî seferên trên û balafiran hema hema bi tevahî sekinîn.
Lîderên ewrûpî ku li Brukselê bicivin, ji ber girtina balafirgehên sivîl, neçar man bi rêya balafirgeha leşkerî werin Belçîkayê.
Sendîkayên belçîkî bernameya aborîyê ya hikumeta federal protesto dikin.
Hikumeta rastgir, ligel gelek tedbîrên din, mesrefên civakî kêm dike û wergirtina meaşê bêkarîyê bi du salan bi sînor dike.
Meha borî jî greveke neteweyî ya sê rojan hatibû lidarxistin û bi sedhezaran kes tevlî çalakîyan bûbûn.