Partiya Dodîk li komara Srpskayê bi ser ket

Komara Srpska ku herêma xweser a Sirbên Bosnayê, ji bo hilbijartina serokê nû deng dan. Namzetê partiya serokê berê Dodîk, bi rêjeya ji sedî 51ê dengan bi ser ket. Partîya serfiraz, bi federalîya Bosnayê ne qayîle e û dixwaze erkên herêma sirban bê xurtkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hilbijartina Komara Srpskayê de namzedê Hevpeymaniya Demokratên Civakî yên Serbixwe Sinisa Karan û namzedê Partiya Demokrat a Serbistanê Branko hatin pêşberî hev.

Piştî dabeşkirina ji sedî 93ê dengan encamên hilbijartinê dîyar, zelal bûn.

Sinisa Karan ku piştgiriya xwe ji serokê berê ya Komara Sirpskayê digire, di hilbijartinê de bi ser ket.

Desteya hilbijartinê ragihand ku Sinisa Karan ji sedî 51 dengan bi dest xistiye.

Karan namzetê partîya serokê beê Dodîk e ku daxwaza xurtkirina otonomîya sirban dike.

Branko Planussa jî bi rêjeya ji sedî 48an bû duyemîn.

Republika Srpska herêmeke otonom a li Bosna Hersekê ye û nifûsa li 1.2 milyonî ye

Ji 82 ji % herêmê sirban pêk tê û niştecîyên mayî boşnak û kroat in.

Ev herêm di 1992’an de ku sala destpêka şerê navxweyî ya Bosnayê, hatibû avakirin.

Mîlorad Dodîkê bi dehan salan serokatîya herêmê kir û bi bernameyeke netewperest xwest erkên Republika Sirpskayê xurtir bike.

Polîtîkaya Dodîk ku wekî êrişeke li dijî federalîya Bosnayê hat qebûlkirin rastî reaksîyonan hat.

Ji ber zextên Amerîka û Yekitîya Ewrûpayê serokê welêt Dodîk neçar ma ji karê xwe îstifa bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye