Li Şirnex û Gimgimê Newroz hat pîrozkirin

Li Bakûrê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin, îro li navenda Şirnexê û navçeya Gimgimê ya Mûşe bi coşeke mezin newroz hat pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên Şirnexê û navçeya Gimgimê ya Mûşê, bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” hat lidarxistin.

 

Li navenda Şirnexê, Cejna Newrozê bi beşdariya deh hezaran bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê de axivî.

 

 

'Ev Newroz, Newroza azadî û yekîtîyê ye'

 

 

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Şirnex bajarê Newrozê ye û Newroz li Cûdî, Gabar û Besta pîroz kir.

 

Bayindir, diyar kir ku di her quncikê axa Şirnexê de nirx hene û got:

 

"Yên ku Kurdan înkar dikin, yên ku dibêjin 'Kurd tune ne', bila li qadên Cejna Newrozê yên li Botanê, li Stenbol, Îzmîr, Mahabad, Efrîn û Kobanê binêrin.

 

Kurd pêşengiya mirovahiyê dikin. Ger jiyanek hebe ku were jiyîn, ew bi saya tevgera azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

 

Ev Newroz, newroza azadî û yekîtîyê ye. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e, statuya wê, zimanê wê ye.

 

Ji niha û pê ve, em naxwazin bêyî Rêberê xwe newrozê pîroz bikin û ev peyam di her kombûna newrozê de têne bihîstin.

 

Em ê newroza 2027an bi Rêber Apo re pîroz bikin."

 

 

‘Divê Abdullah Ocalan azad bibe’

 

 

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, li Meydana Koxê bi şîara “Azadî û Yekîtiya Demokratîk” agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî bi beşdariya bi sedan kesan û bi gerandina govendê dest pê kir.

 

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya axaftineke kurt kir û Newroza gelê Kurd pîroz kir.

 

Hevşaredarê Gimgimê Giyasettîn Aydemir jî bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û diyar kir ku Newroz sembola aştî û berxwedanê ye.

 

Giyasettîn Aydemir got: “Agirê Newrozê jiyana azad honand.

 

Bi sedsalan e Kurd agirê berxwedanê mezin dikin.

 

Ez bawer dikim ku Abdullah Ocalan ê ku pêvajoya aştiyê da destpêkirin, wê azad bibe.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye