Komeleyê daneyên sûcên ku ji aliyê rejîma Îranê ve, li hember weltaiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pêk anîn, eşkere kir û got: ``Tenê di meha Hezîranê de 13 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin û 32 din jî hatine binçavkirin.``
``CEZAYA DARVEKIRINÊ LI 5 KESÊN DIN JÎ HAT BIRÎN``
Her wiha, duh hat ragihandin ku dadgeha Urmiyê cezaya darvekirinê li 5 girtiyên Kurd Soran Qasimî, Pêjman Sultanî û Kawe Salihî, Rizgar Begzade Babamîrî û Teyfûr Selîmî Babamîrî birî.
Rejîma Îranê kiryarên darvekirin, binçavkirin û dozên lêpirsînê derheqê welatiyên Kurd de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, piştî şerê navbera wê û Îsraîlê de zêde kiriye.
Komaleyê li dijî zêdebûna darvekirin û binçavkirina metirsiyên xwe anî ziman û banga banga destwerdaneke lezgîn kir.