Di çarçoveya xurtkirina hevkariya akademîk û zanistî de, şandeyeke fermî ya Zanîngeha Kobaniyê serdana Başûrê Kurdistanê kir û ji aliyê rêveberiya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê ve bi germî hat pêşwazîkirin. Di encama vê pêşwaziyek fermî de, her du saziyên xwendina bilind peymaneke hevkariyê ya piralî îmze kirin.
Peyman ji aliyê Serokê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kamîran Yûnis û Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Navneteweyî Dr. Awara Emîn ve, li gel amadebûna karmendên îdarî yên zanîngehê hat imzekirin.
Di şandeya Zanîngeha Kobaniyê de Hevserokên Zanîngehê M. Şervan Mislim û M. Xezna Îbrahîm, Berpirsê Karûbarên Akademîk M. Mistefa Moro û Nûnera Zanîngeha Kobaniyê ya Ewropayê M. Roka Şido cih girtin. Hat destnîşankirin ku nûnera Ewropayê M. Roka Şido di hevrêzkirin û pêşxistina vê têkiliya akademîk a di navbera her du saziyan de roleke girîng lîstiye.
Ev peymana stratejîk dê rê li ber geşepidana lêkolînên zanistî yên hevbeş veke, hevrêziya akademîk di navbera her du saziyan de xurtir bike û beşdarî avakirina pira danûstandina pisporiyê di navbera mamoste û xwendekarên her du zanîngehan de bibe.