Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ev 15 roj in, xwepêşandanên gel, li hemberî krîza aborî û polîtîkayên dewletê, bênavber didomin. Hêzên ewlehiyê yên Îranê jî, bi awayekî pir tund, bi ser xwepêşanderan de diçin û di derheqê wan de, gelek binpêkirinan dikin.
Çalakvanên Îranî daxwaza destwerdanê li Trump dikin
Heft çalakvanên Îranî, derbarê rewşa ku li welêt diqewime, nameyek ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re şandin. Çalakvanên Îranî, di nameyê de, ji Donlad Trump, dixwazin ku destwerdanê bike da ku kuştina berdewam a xwepêşanderan, rawestîne.
Her wiha di nameyê de hat gotin ku hêzên dewleta Îranê, di rojên dawî de, gelek binpêkirin di derheqê xwepêşanderan de, kirine.
Binpêkirinên ku hatine kirin, wiha ne:
"Êrîşî nexweşxaneyan kirin, birîndar revandin û rasterast şandin girtîgehan, rê li ber vegerandina cenazeyên miriyan ji bo malbatên wan girtin û înternet qut kirin."
Hêzên ewlehiyê înternet qut kirin
Çalakvanan da zanîn ku hêzên ewlehiyê, bi qutkirina înternetê re, rê li ber belavbûna tevahî nûçeyên zext û kuştinên berdewam girtin.
Çalakvanan, ji Trump re nivîsandin: "Te heta niha sê caran soz daye ku heger dewleta Îranê xwepêşanderan bikuje, tu yê li kêleka gelê Îranî rawestî."
Niha, dem hatiye ku hûn soza xwe bi girtina tedbîran li dijî makîneyên zilmê û pêşîgirtina li kuştina berdewam a gelekî ku daxwaza rûmet, edalet û azadiyê dike, bi cih bînin."
Di nav îmzekarên nameyê de, ev kesayet hene:
Mihemed Cewad Ekberîn, zanyarê olî û rojnamevan, Nazanîn Ensarî, sernivîsera rojnameya Kayhan London, Fûad Paşayî, sekreterê giştî yê Partiya Destûrî ya Îranê, Yezdan Şahdayî, berdevkê Konseya Veguhêz a Neteweyî, Şîrîn Ebadî, çalakvana mafên mirovan û hiligra Xelata Aştiyê ya Nobelê, Mohsen Mexmelbav, derhênerê fîlman û Ebdullah Muhtedî, sekreterê giştî yê Partiya Komele li Rojhilatê Kurdistanê.
Çalakvanên Îranî: Em bi hewceyî alîkariya navneteweyî ne
Çalakvanên Îranî, di dawiyê de bang kirin ku ji bo rawestandina zextê, rizgarkirina jiyana welatiyan û derketina ji vê rewşê, ew bi hewceya alîkariya navneteweyî ne.