Heta niha, ti komeke çekdar berpirsiyariya teqînê hilnegirtiye ser xwe.
Rêberê milîsên li dijî cîhadîstan Babakura Kolo, ev teqîn wekî teqîneke gumanbar bi nav kir.
Babakura Kolo diyar kir ku ew guman dike ku bombe, di hundirê mizgeftê de hatiye danîn û di nîvê nimêjê de teqiyaye.
Lê hin şahidan, ew wekî teqîneke xwekuj nîşan dan.
Rêxistineke navneteweyî karmendên xwe yên devera teqînê hişyar kir ji wan xwest ji bazara Gamboruyê dûr bisekinin.
Maiduguri paytexta Eyaleta Bornoyê ye ku li bakurêrojavayê Nîjeryayê ye.
Borno bi salane rastî êrişên koma cîhadîst Boko Haram û şaxê wê yê Dewleta Îslamî ya Herêma Afrîkaya Rojava tê.