Sira 1000 salî ya Rojhilata Navîn bû dermanê sedsalê

Lêkolînên klînîkî û analîzên dawî destnîşan dikin ku rûnê reşreşkê iltîhabatên di laş de kêm dike, sîstema parastinê xurt dike, şekirê xwînê kontrol dike û ji bo tenduristiya çerm û por sûdmend e.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Giyayê kevneşopî û dermanî yê herî naskirî li ser axa Rojhilata Navîn, ango Reşreşk di bijîşkiya nûjen de şoreşeke mezin çêdike. 

Ev dendikên piçûk û reş ku di dîrokê de mîna "çareseriya her nexweşiyê" dihatin qebûlkirin, îro di bin tîrêjên mîkroskopên zanyaran de feydeyên xwe yên bêhempa îspat dikin. 

Lêkolînên klînîkî yên herî dawî nîşan didin ku ev giha rasterast bandorê li ser parastina laş, nexweşiyên dil û qelewbûnê dike.

Giyayê reşreşkê, ji ber pêkhateya xwe ya Thymoquinone (TQ) wekî dermaneke xwezayî di bijîşkiya nûjen de tê pejirandin.

Lêkolînên klînîkî û analîzên dawî destnîşan dikin ku rûnê reşreşkê bi bandor iltîhabê kêm dike, sîstema parastinê xurt dike, şekirê xwînê kontrol dike û ji bo tenduristiya çerm û por sûdmend e.

Reşreşk çeka veşartî ya li dijî nexweşiyan e

Li gorî lêkolînekê ku di kovara zanistî Food Science & Nutrition de hat weşandin, sira sereke ya reşreşkê di maddeya çalak a bi navê Thymoquinone (TQ) de veşartî ye. 

Reşreşk iltîhabên kronîk ên di laş de ku dibin sedema pençeşêrê û nexweşiyên movikan asteng dike.

Di heman demê de şaneyên laş nû dike ji ber ku wekî Antîoksîdaneke pir bihêz e ku rê li ber pîrbûna şaneyên mêjî û çerm digire.

Reşreşk şoreşeke li dijî qelewbûnê û şekir çêdike

Di metanalîzeke nû ku encamên wê li ser platforma tenduristiyê ya navdar "Examine" hatine parvekirin, zanyaran zêdetirî 2,100 nexweşên metabolîk (şekir û dil) şopandin.

Encamên ku hatine bidestxistin pir balkêş in. Li gorî metanalîzê kesên ku rojane rûnê reşreşkê bi kar anîn, bi rengekî siriştî giraniya laşê wan û rûnên li dora kemberê kêm bûn.

Her wiha asta şekirê xwînê yê birçîbûnê (Fasting Blood Glucose) bi rêjeya 18.6 mg/dL kêm dike. 

Tansyona bilind a xwînê jî bêyî dermanên kîmyewî di astekî girîng de dadixe.

Parastina pişikê û sîstema bêhnstendinê dike

Bijîşkiya nûjen destnîşan dike ku rûnê reşreşkê ji bo mirovên ku bi nexweşiyên pişikê (wekî Kronîk Obstruktîf Pişik - COPD û Astim) dinalin, mîna dermanekî piştgir e.

Lêkolînên klînîkî piştrast dikin ku bikaranîna vê rûnî kapasîteya pişikê zêdetir dike û bêhnstendinê hêsan dike.

Bazara cîhanî ber bi reşreşkê ve diçe

 Li gorî rapora dawî ya saziya lêkolînê "Dataintelo", daxwaza cîhanî ya ji bo rûn û ekstraktên reşreşkê di salên dawî de pir zêde bûye.

Bi taybetî markayên herî mezin ên kozmetîk û dermanan li Ewropa û Amerîkayê, reşreşkê dixin nav hilberînên xwe yên ji bo tenduristiya por, çerm û sîstema parastinê.

Zanyar dibêjin ku bikaranîna rûnê reşreşkê yê siriştî (Cold-Pressed) an jî zêdekirina dendikên wê li ser xwarin û seleteyan, dikare laşê mirov li dijî vîrus û nexweşiyên sedsalê biparêze.

Ev mîrasa pîroz a Rojhilata Navîn, îro li seranserî cîhanê rûmeta ku heq dike, dibîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye