Rêxistina Îstixbarata Supaya Pasdaran a Îranê li Îlamê girtina heşt welatiyan ragihand.
Ajansa HRANA diyar kir ku Pasdaran her 8 kes bi tawana "hevkariya bi komên li dijî hikûmetê û dezgehên medyayê yên biyanî (Iran International) û her weha têkiliya rasterast bi Mossadê re" girtine.
Raport hûrgiliyên din, di nav de nasnameyên girtiyan an jî cihê ragirtina wan, nade.
Êrîşên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28'ê Sibata 2026'an de dest pê kirin û di 8'ê Nîsanê de agirbesteke du-hefteyî di navbera aliyan de hate ragihandin.
Ji destpêka van êrîşan ve, rojane nûçeyên girtin û darvekirinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê têne ragihandin.