Hêzên Hikûmeta Veguhêz bi dronekê êrîşî Siweydayê kirin

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, bi droneke bombebarkirî êrîşî Siweydayê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê "binpêkirineke eşkere" li Siweydayê kirine û wiha got:

"Çeteyên terorîst ên girêdayî Şamê bi dronan hewl da êrîşeke tirsonek li dijî sivîlan bi pêk bînin û aramiya li hundirê herêmên ewle têk bibin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev binpêkirin israra êrîşê ya wan aliyan nîşan dide û wiha anî ziman:

"Desthilat ji bilî zimanê texrîbkirinê, wêranî û êrişa dijî sivîlan zimanek din nizane."

 Fermandariyê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê di dawiya daxuyaniyê de wiha axivî:

"Hêzên me ji bo şer amade ne û bi rêya pergalên şopandin û bersivdanê tavilê hewa û bejahiyê dişopînin û çi binpêkirin an jî gef werin kirin dê bersivên tund bên dayîn."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye