Qeter îdîayên Îranê yên derbarê girtina sê balafirvanan de bi tundî red kir

Doha îdîayên Tehranê yên ku dibêje sê balafirvanên wê yên leşkerî ji adara borî ve li Qeterê dîl hatine girtin wekî "xapînok" bi nav kir û ragihand ku wan tenê cenazeyê balafirvanekî dîtiye û ji bo radeskirinê bang li Îranê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pevçûna dîplomatîk a navbera Îran û Qeterê piştî daxuyaniyên rayedarên leşkerî yên Îranê derbarê talûka balafirvanên windabûyî de gûr bû. Komîteya Lêgerîna Windahiyan a Hêzên Çekdar ên Îranê nameyek ji Seroka Komîteya Navneteweyî ya Xaçê Sor (ICRC) Mirjana Spoljaric Egger re şand û daxwaz kir ku derbarê rewşa sê balafirvanên wan lêkolîn were kirin. Îran îdîa dike ku ev balafirvan piştî lêdana bargeha serbazî ya Amerîkayê (Al Udeid) di 2'yê Adara 2026'an de bi saxî ji aliyê hêzên Qeterê ve hatine girtin.


Li aliyê din, Berdefkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê, Dr. Macîd El-Ensarî, ev îdîa bi tevahî red kirin û diyar kir ku daxuyaniyên Tehranê "xapînok û dûrî rastiyê " ne. El-Ensarî eşkere kir ku balafirên Îranê di Adarê de qada hewayî ya Qeterê binpê kirine û piştî ku bersiv nedane bangên ragihandinê, hêzên wan li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên şer mafê xwe yê parastinê bi kar anîne.


Qeterê destnîşan kir ku tîmên wan ên lêgerîn û rizgarkirinê tenê rênîşander ango bermahiyên cenazeyê balafirvanekî dîtine û ji bo radestkirina termê wî têkili bi Îranê re danîne. Her wiha Doha radigihîne ku wan di meha Nîsanê de banga fermî li şandeyeke Îranê kiriye da ku hûrgiliyên operasyonê binêrin, lê aliyê Îranê heta niha bersiv nedaye wê bangê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye