Li gorî daxuyaniya fermî ya Rûsyayê, hêzên wan li Kiyêvê binesaziya çêkirina fuzeyên "Flamingo" û perçeyên dronan armanc girtine. Her wiha rafîneriya herî mezin a sotemeniyê li herêma Poltavayê û kargehên pola yên leşkerî li herêma Dnîpropitrovskê hatine lêxistin. Rûsyayê diyar kir ku li bendergeha Odessayê jî keştiyek ku çek û alîkarî ji bo artêşa Ukraynayê hilgirtibû hatiye rûxandin.
Li aliyê din, rayedarên Ukraynayê li Kiyêvê hişyariya êrişên hewayî dan û ji welatiyan xwestin ku herin stargehan. Nûçegihanên herêmî ragihandin ku dengê teqînan li seranserî bajêr hatiye bihîstin, lê hîn zanyariyên tam li ser zirarên canî û madî nehatine piştrastkirin.