Rêveberên Fransayê yên berpirsên Kanala Îngilîzî û Deryaya Bakur diyarkir ku parêzvanên peravên Fransayê 157 penaber ji qeyikeke şewitî rizgar kirin.
Li gorî rêveberên fransî, keştiya penaberan dema hewl dida ji Kanala Îngilîzî li nêzî bendera Boulogne-sur-Mer derbas bibe, şewitî û bê tevger bû , hat destnîşan kir ku 3 keştiyên parêzvanên peravê beşdarî xebatên rizgarkirinê bûn.
Her wiha Hikumeta Brîtanyayê bo kêmkirina rêwîtiyên neqanûnî yên penaberan li seranserê Kanala Îngilîstanê hevkariya xwe bi Fransa û hevkarên wê yên navneteweyî re diyarkir.