Mijara vekirina Tengava Hurmizê, ku yek ji herî girîngtirîn rêyên enerjiyê yên cîhanê ye, ket qonaxeke nû ya krîtîk.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî diyar kir ku her du alî nîqaşê li ser plansaziyekê dikin û dibe ku di demeke pir nêz de tengav ji bo derbasbûna keştiyan bi temamî were vekirin.
Trump destnîşan kir ku qonaxa yekem a her lihevkirinê dê vekirina tengavê be û qonaxa duyem jî dê li ser bêçekkirina nûklerî ya Îranê be.
Li aliyê din, daxuyaniyên fermî yên ji Tehranê berevajî daxwazên Washingtonê ne. Çavkaniyên leşkerî û dîplomatîk ên Îranê red kirin ku peymaneke pêşwext ji bo vekirina vê rêrewa deryayî hebe.
Berpirsên Îranî ragihandin ku girtina Tengava Hurmizê ji ber "pêkanînên leşkerî û dorpêça deryayî ya Amerîkayê" ye û heta ku Amerîka dest ji van gavan bernede, vekirina tengavê ne pêkan e.
Ev rageşiya li ser vekirina rêya avê bandoreke rasterast li ser aboriya cîhanê û bazara petrolê dike.
Di demekê de ku Trump îdia dike ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê kontrola herêmê dikin, Îran bi rêya navbeynkariya Omanê hewla parastina mafên xwe yên serweriyê dide û şertê rakirina dorpêçan wekî xeta sor nîşan dide.