Li Karayîbê di êrîşa DYA'yê de 3 kes hatin kuştin

Artêşa DYA’yê li Deryaya Karayîbê êrîşî keştiyekê kir, dihat îdiakirin ku ev keştî ya bazirganên madeyên hişber bû. Di encama êrîşê de 3 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Amerîkayê, di çarçoveya operasyonên li dijî madeyên hişber de, keştiyek bi gumana ku bazirganiya madeyên hişber dike, hat hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşê de 3 kes hatin kuştin.

Fermandariya Amerîkayê ya Başûr jî daxuyaniyek li ser X'ê parve kir, û diyar kir ku êrîş li ser agahiyên îstîxbaratî hatiye kirin û kesên ku hatine kuştin jî wek 'narko-terorîst' hatine pênasekirin.

Li gorî AFP'ê, di operasyonên hewayî de yên ku di bin rêveberiya Donald Trump de ji meha Îlonê ve bin navê "Têkoşîna li dijî qaçaxçiya madeyên hişber" têne kirin, hejmara kesên ku hatine kuştin gihîşt 180 kesî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye