Kurdistaniyên li bajarê Kassel û Erfurtê yên Almanyayê, êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin û meşek li dar xistin.
Çalakvan, bi hilgirtina alên YPG-YPJ’ê û berzkirina dirûşmeyan ber bi Meydana Kasselê ve meşiyan.
Li Erfurtê jî, Hevseroka Komeleya çandî ya Mezopotamiya e.V. Narin Jendî, di çalakiyê de axivî û got: "Em ji bo piştgiriya gelê xwe li vir kom bûne. Hikûmeta Demkî ya Sûriyê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kiriye.
Me careke din hêza berxwedana gelê xwe dît û em bawer dikin ku gelê me wê tu carî têk neçe. Divê em jî çalakiyên hevgirtinê yên ji bo gelê me yê li Rojava bidomînin. Em bang li Yekîtiya Ewropayê jî dikin, divê hûn piştgiriyê bidin gelê me yê Rojava."