Lezgin

Trump: Netenyahû ji bo danûstandina bi hemasê re amade ye

reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump îro ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ji bo dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê, daxwaza danûstandinan bi Hemasê re kir.

Donald Trump destnîşan kir ku wê di nava hefteyekê de, agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk bîne. Her wiha diyar kir ku Benyamîn Netenyahû ji bo vegerandina dîlên li Xezeyê ji danûstandinê re amade ye.

Îsraîl wê li ser çareseriya du-dewletî gotûbêjan bike

Wekî beşek ji peymaneke berfirehtir Îsraîl bi mercê ku di nav desthilata Filistînê de reform bêne kirin, amadehiya xwe nîşan daye ku di pêşerojê de li ser çareseriya du-dewletî gotûbêjan bike.

Her wiha berpirsên payebilind ên artêşa Îsraîlê ragihandin ku operasyona bejahî ya li Xezeyê ber bi dawîbûnê ve diçe û berdewamkirina wê jiyana dîlgirtiyan dixe xeteriyê.

Netenyahû li ser X’ê spasiya Trump kir û got: “Careke din spas Donald Trump û em ê bi hev re Rojhilata Navîn ji nû ve mezin bikin.”

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24