Artêşa Amerîkayê ragihand ku keştiya balafiran "USS George H.W. Bush" gihîştiye Rojhilata Navîn.
Bi hatina vê keştiyê re, hejmara keştiyên şer ên Amerîkayê yên li herêmê gihîşt sê keştiyan.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X`ê wêneya keştiyê weşand.
Di wêneyan de tê dîtin ku keştî tije balafirên şer e.
CENTCOM'ê diyar kir ku roja 23`yê Nîsanê, keştiya Bush ketiye nava Okyanûsa Hindî û çarçoveya navçeya berpirsyariya CENTCOM'ê.
Li gorî CENTCOM`ê, keştiya duyem a balafiran a bi navê "USS Gerald R. Ford" li deryaya Sor di erkê de bû.
Di heman demê de keştiya sêyem a bi navê "USS Abraham Lincoln" jî li herêmê ye.
Şandina keştiya sêyem a balafirhilgir ji bo Rojhilata Navîn di demeke wiha de ye ku zêdeyî du hefteyan e agirbest hatiye ragihandin.
Ev agirbest ji bo rawestandina êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê hatibû ragihandin ku dawiya meha sibatê dest pê kiribûn.
Berî çend hefteyan, keştiya Gerald R. Ford ku mezintirîn keştiya balafirhelgir a cîhanê ye, ji ber şewatekê ji bo sererastkirinê ji bo Kroatyayê hatibû veguhestin.
Sedema vê jî ew bû ku agir bi beşa şûştina cilan a keştiyê ketibû ku 12'ê Adarê rûdabû, lê niha ev keştî vegeriyaye herêmê û dest bi erkên xwe kiriye.
Keştiya balafiran a Gerald R. Ford ev 10 meh in di deryayê de ye.
Ev keştî berê beşdarî operasyonên Amerîkayê yên li Deryaya Karaîbî bûbû.
Di nav wan operasyonan de hêzên Washingtonê êrîşî qaçaxçiyên madeyên hişbir kiribûn.
Her wiha dest danîbû ser keştiyên nefthilgir ên siza li ser wan hebû û Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro girtibû.