Kerim Adeyemi bi Barcelonayê heta 2031'ê peymanek îmze kir

Barcelonayê îro ragihand ku wan bi lîstikvanê navneteweyî yê Alman Kerim Adeyemi re peymanek heta sala 2031'ê îmze kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tîma Barcelonayê ragihand ku wan bi lîstikvanê Alman Kerim Adeyemi re peyman îmze kiriye.

Peymana Adeyemi lîstikvanê 24 salî bi tîma Katalan re heta sala 2031'ê dirêj dibe.

Barcelonayê di daxuyaniyekê de got: "Ademî ji bo pênc sezonên bê, heta 30'ê hezîrana 2031'ê, bûye lîstikvanekî nû yê Barcelonayê."

Adeyemi, ku bi leza xwe ya mezin û şiyana xwe ya lîstina wekî êrîşkar an li her du baskan tê nasîn, piştî çûyîna êrîşkarê veteran Robert Lewandowski vebijarkên êrîşê yên Barcelonayê xurt dike.

Êrîşkar di sala 2022'yan de ji tîma Awusturya Salzburgê tevlî Dortmundê bû û berî ku biçe Barcelonayê, di çar sezonan de di 146 maçan de di hemû pêşbirkan de 36 gol avêt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye