Awistralya cara sêyem li pey hev kûpaya asyayê ya FÎBA`yê bi destxist

Kûpaya Asyayê ya Federasyona Basketbolê ya Navneteweyî, bi awayekî serkeftî bi dawî bû û Awistralya bû şampiyon.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, maça fînal ya Kûpaya Asyayê ya FIBAyê, di navber tîma Awistralya û Çînê de bû.

 Maç gelekî dijwar bû û heya saniyên dawiyê, encam ne diyar bû.

 

Çînê, çaryeka yekem û duyem bi encama 42-45 bi dawî kir, lê Awistralyayê di çaryeka sêyemîn û çaremîn de, xwe bi hêz kir û di dawiyê de,tîma neteweyî ya Awistralyayê bi encama 90-89 bi ser ket û Kûpa bi dest xist.

 

Ev cara sêyemîn ku Awistralyayê, li pey hev kûpaya asyayê ya FIBAyê bi dest dixe.

 Li aliyeke din jî, tîma Îranê bi serkeftina 79-73 li hember Zelanda Nû(Zelandiyayî) cîhê sêyemîn bi dest xist.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye