Şandeyên Pakistan û Efxanistanê ji bo kêmkirina aloziyan li hev civiyan.
Lê di heman demê de artêşa Pakistanê ragihand ku 5 leşkerên wan û 25 çekdarên Efxanîstanî di pevçûnên nêzîkî sînorê Efxanistanê de hatine kuştin.
Artêşa Pakistanê, hikumeta Talîbanê bi kontrole nekirina komên çekdar ve tawanbar dike.