Rûniştina Konseya Ewlekariyê ya li ser Sûriyê hat lidarxistin

Îro rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nirxandina rewşa Sûriyê hat lidarxstin. Berpirsên NY'yê û yên navneteweyî rewşa Sûriyê ji her aliyî de nirxandin û eşkere kirin ku nîşaneyên erênî yên çareserî û başbûnê heye. Di rûniştinê de Enetegrekirina QSD`ê di nava artêşa Sûriyê jî erênî û wekî gaveke ber bi yekîtiyê ve hat dîtin. Nûnerê Daîmî yê Sûriyê ji bo NY, Îbrahîm Elbî li wir bang li Îsraîlê kir ku ji xaka Sûriyê vekişe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûniştina Konseya Ewlekariyê ya li ser Sûriyê, li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî a li bajarê New Yorkê hat lidarxistin.

Berpirsên NY’yê û navneteweyî di wê rûniştinê de rewşa Sûriyê ji her aliyî de nirxandin.

Di rûniştinê de nîşaneyên erênî yên çareserî û başbûnê di gelek beşan de hat bibîrxistin.

Di heman demê de pêwistiya Şamê ya bi piştgiriya navneteweyî hat ragihandin.

Claudio Cordone: Entegrekirina QSD`ê gaveke girîng e

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Sûriyê Claudio Cordone li wir axivî.

Claudio Cordone pêşwazî li biryara fesixkirina QSD`ê û derxistina Sûriyê ji lîsteya terorê kir û wiha got:

Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya derbarê entegrekirina QSD`ê gaveke girîng ya ber bi yekbûnê ve ye.

Em tekezî li ser berdewamiya hevkariya xwe ya bi hikûmeta Sûriyê re û pabendbûna xwe ya ji bo xebata hevbeş dikin.

Claudio Cordone derbarê girîniya rola jinan di Sûriya nû de jî wiha anî ziman:

Nûnertiya jinên Sûriyê di rolên biryardanê de û beşdariya wan a çalak di hewldanên vejandin û avakirina nû de, girîng û pêwîst e.

Nûnerê Daîmî yê Sûriyê ji bo NY, Îbrahîm Elbî, jî di heman rûniştinê de axivî.

Îbrahîm Elbî: Sûriyê ber bi qonaxa hevkariya bi civaka navneteweyî re diçe

Îbrahîm eşkere kir ku Sûriyê serdema tarî bi dawî kir û dest bi qonaxek nû ya hevkariya bi civaka navneteweyî re kiriye û wiha lê zêde kir:

Serdana Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) pêşketina herî girîng di dîroka hevkariyê de nîşan da.

Li Sûriyê qonax bi qonax pêşketin rû didin.

Biryarên dadwerî yên li dijî paşmayên rejîma berê piştî darizandinên dadperwer û bêalî, ku malbatên qurbaniyan beşdar bûn, hatin dayîn.

Yekbûna QSD`ê di nav Artêşa Sûriyê de qediya û hilweşandina wan bi fermî hate ragihandin.

Rakirina Sûriyê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorê jî, gaveke dîrokî temsîl dike.

Em spasiya Serok Trump dikin ji bo naskirina tiştên ku Sûriyê bi dest xistiye. 

Îbrahîm Elbî: Em bang li Îsraîlê dikin ku ji deverên Sûriyê vekişe

Îbrahîm Elbî balişand ser êrîşên Îsraîlê jî û wiha lê domand:

Êrîşên Îsraîlê dê wê rêya ku gelê Sûriyê hilbijartiye ango rêya aramiyê û avakirina paşeroja welatê xwe neguherînin.

Em bang li Îsraîlê dikin ku ji wan deverên ku ji 8`ê Kanûna pêşîn a 2024`an û vir ve ketiye nav wan, vekişe.

Encûmena Ewlehiyê bi dehan sal berê destnîşan kiribû ku li gorî yasayên navneteweyî, Colana Sûriyê axeke dagirkirî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye