Ev demeke dirêje gelê Kurd li benda fermîkirina zimanê Kurdî ye.
Li gorî biryarê ku di 27`ê tebaxa 2026`an de hatiye derxistin, zimanê Kurdî dê di hemû qonaxên xwendinê de bê hînkirin û wek madeyeke fermî di bernameyên perwerdehiyê de bê hesibandin.
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku zimanê Kurdî dê heftê sê wêne bê hînkirin.
Li gel zimanê Kurdî wê zimanê Erebî û Îngilîzî, di komên dawî yên noteyan de bê hesibandin.
Her wiha, ji bo madeya çalakiyan jî heftê yek wane hatiye destnîşankirin.
Wezaretê herêmî û rêveberiyên perwerdehiyê berpirsiyar kirine ku mamosteyên pêwîst ji bo hînkirina zimanê Kurdî peyda bikin.
Ji nav kadroyên fermî an jî ji derveyî wan, li gorî şertên ku di biryarê de hatine destnîşankirin.
Di nav şertan de hebûna bawernameya zanîngehê an jî bawernameya Paymengeha Amadekirina Mamosteyan ji bo kesên ku zimanê Kurdî dizanin.
Di rewşên pêwîst de jî bawernameya lîseyê ji bo kesên ku zimanê Kurdî dizanin, li gorî hewcedariya rastîn, heye.
Her wiha, ji bo piştrastkirina asta zimanî, mamoste û kesên ku dê zimanê Kurdî hîn bikin, divê testên nivîskî û devkî derbas bikin.
Ev test dê ji aliyê rêveberiyên çavdêriya perwerdehiyê ve, bi koordînasyona Navenda Neteweyî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdehiyê û li gorî pîvanên yekgirtî bêne lidarxistin.
Wezaretê di biryarê de diyar kiriye ku ev gav di çarçoveya bilindkirina mafên çandî û zimanî, piştgirîkirina cûdabûna çandî û xurtkirina yekîtiya neteweyî û nasnameya şaristaniya Sûriyê de hatiye avakirin.