Duran Kalkan: Çareserî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê dike

Dûran Kalkan di derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de nirxandinên girîng kirin. Kalkan neçûyîna komîsyonê ya Îmraliyê jî rexne kir û got: "Mifteya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV de tecrîda li Îmraliyê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser binpêkirina ‘mafê hêviyê’, helwesta gengaz a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser vê mijarê û karên komîsyona li meclîsê nirxand. Dûran Kalkan got: "Mifteya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dûran Kalkan diyar kir ku bi siyaseta mijûlkirinê re cewhera çareseriyê tê pûçkirin û wiha axivî: "Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê dike."

Kalkan di axaftina xwe de berxwedana Îmraliyê silav kir û kesên ku di zîndana Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî.

 

'Biryara Komîteya Wezîran wê helwesta Yekîtiya Ewropayê diyar bike'

 

Dûran Kalkan ji bo 'mafê hêviyê' ya ku di rojevê de ye nirxand û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 salê xwe di girtîgehê de temam kiriye û pêwîste ev rewş were nirxandin.

Kalkan anîn ziman ku Komîteya Wezîran a Ewropayê 10 salan biryara Dadgeha Mafên Mirovan rawestandiye, ji nedîtî ve hat û par ji nişka ve hate bîra wê û wiha li axaftina xwe  zêde kir: 

"Piştî ku deh sal tijî kir, hat bîrê? Ji xwe 25 sal derbas kir; Rêber Apo 2 sal in bêhiqûqî li wir tê ragirtin. Dibêjin, ‘Hiqûq’; li gorî hiqûqa wan jî divê girtî nemîne. Yanî dîlgirtina dîlgirtîbûnê ye. Rewşa heyî bi vî rengî ye."

 

'Komîsyon bi halê hazir cewhera vî karî vala dike'

 

Dûran Kalkan têkildarî xebatên komîsyonê ku hatiye avakirin jî nirxandin kir û wiha got: "Komîsyon ne di cewhera vê meselê de ye. Dewlet dibêje 'Ji xwe demokrasî heye. Ji xwe xwişk-biratî heye. Eger ev Kurd eks nebe, teslîmî me bibin, wê çi xweş be, wê xwişk-biratî xurttir bibe. Hingî wê piştevaniya mîllî xurt bibe'. Bi vî rengî nabe. Ji bo vê yekê pêwîstî bi avakirina komîsyonekê nîne. Ev yek valakirina cewhera meseleyê ye. Pûçkirina pêvajoyê ye."

 

Kalkan: Pêwîste Rêber Apo beşdarî xebatên komîsyonê bibe

 

Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Duran Kalkan di heman demê de neçûyîna komîsyonê ya Îmraliyê jî rexne kir û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîste tevlî xebatên komîsyonê bibe û nêzîkatiyek rast were nîşandan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24