Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivdayînên Tehranê didomin.
Di heman demê de li welatên Kendavê gelek xalên krîtîk bûne hedefa êrîşên Îranê.
Li gorî agahiyên ku ji wezaretên parastinê û navendên agahiyan ên fermî yên wan welatan hatine komkirin, welatê ku herî zêde bandor lê bûye Îmarat e.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku ji destpêka êrîşan ve sîstemên wan 414 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên kruz û hezar û 914 dron xistine xwarê.
Kuweytê, bi rêya navenda agahiyan a hikûmet û artêşê diyar kir ku wan 309 mûşekên balîstîk û 616 dron xistine xwarê.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê ya Behreynê, destnîşan kir ku di heman demê de 174 mûşek û 391 dron hatine tunekirin.
Wezareta Parastinê ya Qeterê, ragihand ku 206 mûşekên balîstîk û 93 êrîşên bi dronan welatê wan kiriye armanc.
Artêşa Urdinê, daxuyand ku di dema şer de 262 êrîşên bi mûşek û dronan hatine tomarkirin.
Erebistana Siûdî, diyar kir ku herî kêm 52 mûşek û hezar û 6 dronan xaka wê kiriye armanc.
Umanê, eşkere kir ku ew bûye hedefa 19 dronan.
Zêdetirî hezar û 340 kesan hatine kuştin.
Aloziyên li herêmê ji 28'ê Sibatê ve didomin ku wê rojê Amerîka û Îsraîlê dest bi operasyonekê li dijî Îranê kiribûn.
Ji destpêka şer ve û heta niha di êrîşên li dijî Îran de, di nav wan de rêberê Olî yê wê demê yê Îranê Elî Xamineyî jî di nav de zêdetirî hezar û 340 kesan hatine kuştin.
Îranê jî wekî bersivdayînê bi mûşek û dronan êrîşî Îsraîl, Urdin, Îraq û welatên Kendavê kiriye ku mazûvaniya hêzên leşkerî yên Amerîkayê dikin.
Ev êrîş, bûn sedema ziyanên canî û madî yên di binesaziyan de û her wiha bazarên cîhanî û geştên asmanî jî asteng kirin.