Serokê Vatîkanê roja Pênşemê yekem serdana xwe ya fermî ya li derveyî welêt, li Tirkiyeyê kir. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi fermî pêşwaziya rêberê ruhanî yê Dêra Katolîk kir.
Di hevdîtina her du aliyan de li Enqereyê, Papa daxwaza aştiyê kir.
Leo’yê 14.mîn dibêje, “Birêz Serok, ez hêvî dikim ku Tirkiye xizmeta aştiyeke dadperwer û mayînde bike û bibe çavkaniya îstîqrar û nêzîkbûna di navbera gelan de."
Serokkomar Erdogan jî di axaftina xwe de behsa meseleya Rojhilata Navîn kir û got, "Ez bawer dikim ku em ê li dijî her kiryareke êrîşkar a ku zerarê dide nasnameya dîrokî ya Qudsa Rojhilat, bi hev re tevbigerin."
Vatîkanê naveroka serdana 4 rojan ya Papa belav kir
Papa piştî serdana xwe ya Enqereyê çû Stenbolê û piştre dê derbasî Îznîka Bursayê bibe.
Papa Leo mîna Papayên berê dê şemiyê li Stenbolê Mizgefta Sultan Ahmetê ziyaret bike.
Pişt re dê here Dêra Suryanî ya Ortodoks a Mor Efremê û dûv re bi Patrîkê Fenerê yê Rûm Bartholomeos re bicive û daxuyaniyeke hevbeş îmze bikin.
Papa heman rojê li Volkswagen Arenayê merasîmeke olî ya mezin saz bike ku tê payîn dê bi hezaran kes beşdar bibin.
Papa dê roja dawî ya serdana xwe, beşdarî merasîmeke olî ya li Katedrala Apostolî ya Ermeniyan bibe.
Papa dê heta 30'ê Mijdarê li Tirkiyeyê be, dû re di 2'yê Kanûnê de serdana Lubnanê bike.
Li gor Vatîkanê serdanên Papayan bo Tirkiyeyê him li ser yekîtîyê bi Dêrên Ortodoksê re û him jî nameyek li ser diyaloga bi ola Îslamê re ne.
Li gor amarên Dêra Katolîk li Tirkiyeyê 33 hezar Xirîstiyanên katolik hene.
Papayê pêncemîn e ku tê Tirkiyeyê
Serdana yekem a papayan bo Tirkiyeyê di sala 1967'an de ji aliyê Paulê 6'emîn ve hatibû kirin.
Leoyê 14'emîn bû pêncemîn Papa yê ku bi fermî serdana Tirkiyeyê dike.