Jannik Sinner ê Îtalî ku di rêza duyemîn a cîhanê de ye, di fînalê de Jiri Lehickayê Çekî têk bir û turnuvaya tenîsê ya Miami Masters 1000 qezenc kir.
Sinner, maç di saetek û 33 xuklekan de bi setên rasterast 6-4, 6-4 bi dawî kir.
Her çend maç demeke kurt piştî destpêkirina xwe ji ber baranê hate qutkirin, lê piştre ji nû ve dest pê kir.
Sinner, di sala 2017'an de ji piştî Roger Federer ê Swîsrî bû yekem lîstikvan ku bi qezenckirina şampiyoniyên Indian Wells û Miamiyê di heman salê de "doubleya rojê" bi dest xist.