Li Dihokê di nava 24 demjimêran de 12 dron hatine xistin

Li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê, di nava 24 demjimêran de 12 dron hatin xistin. Di heman demê de Rêxistina CPT-Amerîka bîlançoya mehekê ya êrîşên Îranê li ser Başûrê Kurdistanê ragihand û tê de diyar kir ku Îranê 474 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ,di nava 24 demjimêran de 12 dronên li asmanê herêmê digeriyan hatin xistin.

 

Di nava 6 rojên borî de gelek caran bi dronan êrîşî sinorê Parêzgeha Dihokê yê Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Li gorî agahiyan, piranî dronên êrîş kirine bê ku bigihêjin armanca xwe hatine tunekirin.

 

Di êrîşan de mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hate bombekirin.

 

 

 

CPT: Îranê di nava mehekê de 474 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye

 

 

 

Li alîyekî din Rêxistina CPT-Amerîka bîlançoya mehekê ya êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurddistanê ragihand.

 

Rêxistina CPT-Amerîka, da zanîn ku Îran û komên ser bi wê ve di nava mehekê de 474 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Di encama van êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 93 kes jî birîndar bûne.

 

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Îraqê (CPT) daneyên encama êrîşên mehekê yên rejîma Îranê û komên ser bi wê ve yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

 

Li gorî daneyên CPT-Amerîkayê di nava mehekê de 474 êrîşên bi mûşek û dronan li ser Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Li gorî CPT: 307 êrîş li ser Hewlêr, 90 êrîş li Silêmaniyê, 11 êrîş li Dihok û 3 êrîş jî li ser Helebce pêk hatine.

 

Di daxuyaniyê de, qala qurbaniyan jî hatiye kirin û ev agahî hatine dayîn: “Ji ber êrîşan 14 kes mirine û 93 kes jî birîndar bûne.

 

Di nava qûrbaniyan de, hêzên pêşmerge, sivîl û penaberên Rojhilatê Kurdistanê jî hene.”

 

Her wiha di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ziyan gihiştiye avahiyên 46 sivîlan, dîsa ziyan gihiştiye 32 wesayîtên xelkên herêmê.

 

Hate ragihandin ku ji ber êrîşan dibistan hatine girtin.

 

CPT`ê diyar kir ku divê jiyana welatiyên sivîl bê parastin û ziyanên wan bên pêşwazîkirin û di dawiyê de CPT`ê got:

 

 “Li ser Hikûmeta Îraqê ferz e ku bi rêya dîplomasiyê hewl bide Herêma Kurdistan û Îraqê biparêze.”

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye