'Netanyahu wê agahiyên nû têkildarî nukleeriya Îranê pêşkêşî Trump bike'

Malpereke Îsraîlî dibêje ku Netanyahu wê agahiyên nû der barê berfirehbûna hilberîna mûşekan a Îranê de bide Trump. Karbidestê Îsraîlî, ku navê wî ji hêla malperê ve nehatiye diyarkirin, got: "Eger Amerîkî bi Îraniyan re negihîjin rêkeftinekê ku bernameya wan a mûşekên balîstîk rawestîne, dibe ku neçar bimîne ku bi Tehranê re rûbirû bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya pêş de, wê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serokê Amerîka Donald Trump li Florîdayê bicivin.

Malpera nûçeyan a Ynet 25'ê Kanûnê, ragihand ku rayedarekî Îsraîlî gotiye ku Netanyahu dixwaze di hevdîtinê de, "agahiyên nûjenkirî têkildariya mûşekên balîstîk ên Îranê, pêşkêş bike."

Karbidestê Îsraîlî ji malpera nûçeyan re diyar kir ku eger rêkeftinek di navbera her du aliyan de çênebe, dibe ku Îsraîl bi Tehranê re rûbirû bibe.

Di heman demê de got: "Em hêvî dikin ku Trump di gihîştina rêkeftinekê de bi ser bikeve, lê divê em ji bo îhtîmala têkçûna wî amade bin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî çend roj berê gotibû ku "Ev mûşek ji bo parastina xwe û astengkirinê ne" û tekez kiribû ku mijara hilberîna wan "ne muzakere ye".

Ynet zêde kir ku ji şerê 12 rojan û vir ve, berpirsên payebilind ên leşkerî yên Îsraîlê hişyarî dane ku raporên giştî yên ji nû ve rageşiyên bi Îranê re dikarin li Tehranê şaş werin şîrovekirin.

'Îran ne amade ye ku bersiv bide'

Karbidestên ewlehiyê yên Îsraîlê nirxandin ku Îran ne amade ye ku bersivê bide.

Ev nekarîn jî bi baştirkirina şiyanên Îranê, komkirina îstîxbaratê, çekdarkirina Hizbullah li Libnanê û Hûsiyan li Yemenê, didin girêdan.

Di vê çarçoveyê de, berpirsên Îsraîlî dibêjin ku "mayîndebûna rejîma Îranê" xuya dike ku ji xwesteka wê ya tolhildanê girîngtir e.

Li gorî raporê, biryar e ku Netanyahu sibeha yekşemê 28'ê kanûnê (bi dema Îsraîlê) biçe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û êvara duşemê 29'ê kanûnê (bi dema herêmî) li Florîdayê bi Trump re bicive.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye