Japonyayê budceyeke mezin ji bo parastinê terxan kir

Kabîneya Japonyayê budceya parastinê ya di asta rekorê de qebêl kir. Pekîna ku ji biçekbûna Japonyayê aciz e, banga pêşîgirtina mîlîtarîzmê japon li welatên herêmê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Japonya kapasîteya xwe ya parastinê bi tedbîrên berfireh xurtir dike.

Kabîneya Japonya îro budceyek darayî ya du asta rekorê de ragihand.

Budceji 122.3 trîlyon yenê japon pêk tê  û zêdetirî 9 trîlyonê vî pereyî ji bo parastinê hat veqetandin.

Ev yek di dema ku aloziyên li herêmê zêde dibe pêk tê.

Tokyo, di heman demê de hewl dide ku ji bo çekan du qat mesrefê bike.

Butçeya parastinê digihîje bi qasî ji % 2 Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî.

Çima Japonya mesrefên leşkerî zêde dike?

Di vê meseleyê de pirsa ku serê gelek kesan de ye ev e:

Çima Japonya budceya xwe ya parastinê zêde dike?

Yek ji sebeba vê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku ji Japonyayê dixwaze mesrefên leşkerî zêde bike.

Sebeba din jî alozîya bi Çînê re ye ku di demên dawî de bi daxuyanîyên her du alîyan derketibû asteke bilind.

Çîn banga pêşîgirtina mîlîtarîzma Japon kir

Herçî rêveberîya Çînê ye, zêdebûna mesrefên leşkerî yên japon bi fikar e.

Li gorî Çînê, jinûve xurtbûna mîlîtarîzma japon ji bo hemû welatên li herêmê xetere ye.

Wezareta Parastinê ya Çînê bi daxuyanîyekê balê kişand vê meseleyê û ji welatên li herêmê daxwaz kir li hemberê vê rewşê tedbîran bigirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê, Zhang Xiaogang, destnîşan kir ku mesrefên berevaniyê yên Çînê maqûl in.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye