Li Reqayê rojnamevan Eva Maria Michelman û Ahmed Polat winda ne

Ev zêdetirî 50 roj in ku agahî ji Rojnamevan Eva Maria Michelman û Ahmed Polat qut bûne. Li gor agahiyên herî dawî ku ji wan hatibûn girtin ew li Reqayê di avahiyeke dorpêçkirî de, rapor û nûçeyên derbarê êrîşan de amade dikirin. Ji wê demê ve têkîlî bi wan re qut bûne. Tê gotin ku ev her du rojnamevan ji aliyê komên çekdar ên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê ve hatine revandin. Heta niha jî Hikumeta Veguhêz li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sibeha 18'ê Çileya 2026'an dema pêşketinên li bajarê Reqayê dişopandin, têkîliya bi rojnamevan Eva Maria Michelman û Ahmed Polat re qut bû. 

 

Ev yek di heyama êrişên komên bi ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de pêk hatiye. 

 

Li gorî agahiyan, rojnamevan Eva Maria Michelman 1989`an jidayîk bûye.

 

Weke nûçegihana ajansa ETHA û Ozgur TV li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikir.

 

Di heman demê de rojnamevan Ahmed Polat ji sala 2016`an ve nûçegihanê ETHA û Ozgur TV bû. 

 

Vê dawiyê jî edîtor û nivîskarê malpera kurdistanazad.com bû ku sala 2025'an hatiye damezirandin.

 

Hin agahî jî hene ku dema herdu rojnamevan li Reqayê di avahiyek dorpêçkirîde rapor û nûçeyên der barê êrişan de amade dikirin, têkîliya bi wan re qut bûye.

 

Ji wê demê û vir de ti agahiyên piştrastkirî li ser çarenûsa wan nîn e.

 

10'ê vê mehê jî malbata Eva Michelman ji bo ku dosyaya keça wan bibe dosyayekî cîhanî civînek çapemeniyê li dar xist.

 

Parêzgehê Eva Michelman Roland Meister got ku ev herdu rojnamevan ji aliyê komên çekdar ên Hikumeta Veguhêz ve hatine revandin. 

 

 

Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li ser vê mijarê tu daxuyanî nedaye.

 

 

YRA’yê: Tavilê çarenûsa her du rojnamevanan eşkere bikin

 

 

 

Serê vê mehê jî, Yekîtiya Ragihandina Azada YRA'yê der barê windabûna herdu rojnamevenan daxuyaniyek da.

 

YRA'yê bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku tavilê çarenûsa her du rojnamevanan eşkere bikin û berpirsiyariya xwe ya exlaqî û yasayî ji bo gerantiya jiyana wan pêk bînin.

 

Her wiha bang kir ku divê rêz ji qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina rojnamevanan û kedkarên çapemeniyê re were girtin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye