Li Tirkiyê rêjeya penceşêrê ya herî zêde li Agiriyê ye

Hevserokê şaxê Agiriyê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES)Emin Bayram diyar kir ku ji ber binesaziya tenduristiyê ya nebaş bûyerên penceşêrê li bajêr zêdebûnek berbiçav çêkirye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bajarê Agirî, ku bi rêjeya %21.8'ê mirinên ji ber pençeşêrê di rêza yekem a welêt de ye, xwedî pergala tenduristiyê ya hilweşiyayî ye.

 

Di derbarê mijarê de Hevserokê şaxê Agiriyê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) Emin Bayram dîyarkir ku ji ber binesaziya tenduristiyê ya nebaş û pirsgirêkên di pêvajoyên teşhîsê de, bûyerên penceşêrê li bajêr zêdebûnek berbiçav çêkirye.

 

 

"Ji her pênc kesan yek bi penceşêrê dikeve"

 

 

Emin Bayram da zanîn ku rêjeya penceşêrê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê herî zêde li Agiriyê ye, ku ev rêje ji sedî 21.8 e û wiha got:

 

 "Ev tê vê wateyê ku bi navînî ji her pênc kesan yek bi penceşêrê ketiye. Rêjeya teşhîsa zû jî nagihîje sedî 5.

 

Piraniya nexweşan di qonaxên 3 û 4'an de tên teşhîskirin. Penceşêr pir caran ne ji ber nexweşiyê bi xwe, lê ji ber teşhîsa dereng dibe sedema mirinê."

 

Bayram diyar kir ku binesaziya tenduristiyê ya bajêr nebaş e, ji ber vê yekê welatî neçar in ku ji bo dermankirinê biçin parêzgehên din.

 

Her wiha Emin Bayram wiha axaftina xwe bi dawî kir:

 

"Nexweşên sermayê û nexweşên penceşêrê di heman laboratuwarê de têne dermankirin.

 

Ji bo tomografiyê, hem nexweşên bi grîpê û hem jî nexweşên penceşêrê 10 -15 roj şûnda dikarin randevû bigrin.

 

 Hin nimûne mehek an du mehan li yekîneya patolojiyê li bendê dimînin. Ev nayê qebûlkirin."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye