Fenerbahçe di lîgê de piştî 25 hefteyan maçek winda kir

Tîma Fenerbahçe, di hefteya 26'emîn de li hemberî Fatih Karagumruk bi 2-0 tek çû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya 26'emîn a Lîga Super de Fenerbahçe û Fatih Karagumrûk hatin beranberî hev.

 

Maça li Stadyûma Olîmpîk a Ataturkê hate lîstin.

 

Golên Karagumrûkê Bartug Elmaz di deqeya 15'emîn de û Serginho di deqeya 45+1'emîn de gol anî.

 

 

Herî dawî li dijî Hataysporê têk çûbû

 

 

Fenerbahçe lîgê de têkçûna xwe ya yekem dît.

 

Piştî 26 maçan, Fenerbahçe 16 serkeftin, 9 wekhevî û 1 têkçûn bi tevahî 57 pûan bi dest xist.

 

Îro Galatasaray heke Rams Başakşehir têk bibe dê  taximê Fenerbahçe 7 pûan li pişt Galatasaray bimine.

 

Beriya vê maçê, Fenerbahçe herî dawî di hefteya 35'emîn a sezona borî de li dijî Hataysporê têk çû bû.

 

 

Di 4 hefteyên dawî de 7 pûan winda kirin

 

 

Di 4 maçên dawî yên lîgê de Fenerbahçe tenê 1 serkeftin bi dest xist, 2 wekhevî û 1 têkçûn û bi giştî 7 pûan winda kirin.

 

Hefteya borî, taximê Samsunspor têk birin, bi Kasımpaşa û Antalyasporê re wekhev man û  duh ji li hemberî Fatih Karagumrûk têk çûn.

 

 

Fenerbahçe piştî 17 hefteyan maçeke bê gol derbas kir

 

 

Fenerbahçe maça hefteya 8'emîn a li dijî Samsunsporê heta maça hefteya 26'emîn a li hemberî Fatih Karagumrûkê di hemû maçên lîgê de gol avêtibû, lê di vî maçî de ev seriya ku girtibû jî xira bû.

 

Li aliyê din maça hefteya destpekê a li hemberî taximê Goztepeyê re 0-0 wek hev bi dawî bû, bi giştî sezonê de di 3 maçan de gol ne avêtin.

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye