Di Kûpaya Cîhanê de dîmenên balkêş tên dîtin

Di siyasetê de gelek caran nakokî û pirsgirêkên asê derdikevin, carinan ew pirsgirêk bi dehê salan jî dirêj dikin, lê di sporê de rewş cuda ye. Gelekî zehmet e, rayedarên Komara îslamî ya Îranê li Waşingtonê bêne dîtin, lê niha lîstikvanîn tîma fotibolê ya Îranê li Amerîkayê ne û li stadyumeke Los Angele xwe ji bo berdewamiya lîstikên Kûpa Cîhanê amade dikin. Di Kûpaya Cîhanê ya 2026`an de dîmenên balkêş tîn dîtin herwiha encamên cuda jî tên tomarkirin. Li her sê welatên ku mêvandariyê dikin, ew jî Meksîk, Kanada û Amerîkayê ne, alîgirê û piştgirên hemû tîmên beşdar têne dîtin. Êdî li gor çand û kevneşopiya her neteweyekê, alîgirên her tîmeke fotiblê jî piştgiriya xwe ji tîma xwe re nîşan didin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di Kûpaya Cîhanê de dîmenên balkêş tên dîtin

Ji piraniya welatên cîhanê berê xwe dane Meksîk, Kanada û Amerîkayê da ku ji nêzîk ve lîstik û maçên vê kombûna werzişê ya cîhanî bişopînin ku her 4 salan carekê tê sazkirin.

Li Toronto alîgirên tîmên fotbolê daketin cadeyan

Ev der bajarê Toronto yê Kanadayê ye, alîgirên her tîmeke fotbolê cilên tîma xwe li xwe dikin, û li cadeyan hindek kes jêhatîbûn û hezkirina xwe ji fotbolê re didin xuyakirin...

Li bajarê Kansas ê Amerîkayê jî çalakıyên cuda tên sazkirin

Li bajarê Kansas ê Amerîkayê jî alîgirên tîmên beşdar piştgêriya xwe ji tîmên xwe bi rengên cuda nîşan didin.

Tîma Îranê li stadyumeke Los Angeles xwe amade dike

Ev dîmen jî peyamekê didin ku werziş nakokiyên siyasî derbas dike.

Lîstikvanên tîma fotbolê ya Komara Îslamî ya Îranê li ser erda Amerîkayê ne, xwe ji bo berdewamiya lîstikên Kûpa Cîhanî amade dikin.

Derî li ber werzişvanan vekirî ne.

Êdî li stadyumeke Los Angeles a Amerîkayê dûrî mûşek, dron û balafirên şer, bi zimanekî din Waşington û Tehran nêzîkî hev dibin.

Crıstıano Ronaldo serkêşıya tîma portugal dıke

Li vir jî Cristiano Ronaldo di nav tîma fotobolê ya welatê xwe de tê dîtin, hevalên wî dibêjin ew di wê baweriyê de ne ku wê Ronaldo, tîma Portugalê ber bi serkeftinê ve bibe...

Li Amerîkayê wêneyên messi hatin bilindkirin

Li bajarê Dallas ê Amerîkayê wêneyên Messi hatine bilindkirin, alîgir û piştgirên tîma Arjantînê baweriya xwe bi Lionel Messi tînin ziman û didin zanîn ku berê wan li hejmareke nû ya vê qehremaniyê ye...

Alîgirên tîma Brezîlyayê bi govendê piştgiriya tîma xwe dikin

Li welatê Pele, Zîko, Roberto Karlos, Ronaldo, Nîmar û Venesyos têkiliyeke dîrokî di navbera govend û sporê de heye.

Tîma Fotbolê ya Brezîlya bi navê Lehengên Sambayê tê naskirin, Samba jî navê dîlana herî belavbûyî ya vî welatî ye...

Alîgirên Tîma Brezîlya çavê wan li wê yekê ye ku careke din Kûpaaya Zêrîn di destê lîstikvanên xwe de bibînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye