Macron li Koşka Elysee tîma Paris Saint Germain pêşwazî kir

Piştî ku tîma Paris Saint Germain li hember Arsenalê bi ser ket, duh êvarî ji aliyê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatin pêşwazîkirin. Di heman demê de, lîstikvanê herî baş ê sezonê hat eşkerekirin.

reset font size increase font size

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, roja yekşemê êvarê, li Koşka Elysee pêşwaziya tîma Paris Saint Germain kir, piştî ku wan cara duyem li pey hev Lîga Şampyonan bi dest xist.

Paris Saint Germain, roja şemiyê, bi penaltiyan Arsenal bi 4-3 têk bir û ji bo sezona duyem a li pey hev bû şampyonê Lîga Şampyonan.

Serokkomarê Fransayê Paris Saint Germain wekî çavkaniyeke mezin a serbilindiyê ji bo tevahiya welat bi nav kir û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman:

"Di her rewşê de, îşev em pir serbilind in, pir serbilind in bi tîma Paris Saint Germain, bi serokê wê, rahênerê wê, hemû karmendên wê yên teknîkî, kaptanê wê û bi hemû lîstikvanên wê.

Tiştê ku em pê difikirîn, tiştê ku gelek kes pê difikirîn û ne pêkan bû, wan bi dest xist."

Khvicha Kvaratskhelia wekî lîstikvanê sezonê hat hilbijartin

Li aliyekî din jî, UEFA'yê lîstikvanê sezonê û tîma salê ya sezona Lîga Şampyonan a 2025-2026'an, ku bi serkeftina PSG'ê bi dawî bû, eşkere kirin.

Di nirxandinekê de ku ji aliyê UEFA'yê ve hat kirin, futbolîstê Gurcistanî yê Paris Saint Germain Khvicha Kvaratskhelia wekî lîstikvanê sezonê hat hilbijartin.

Futbolîstê 25 salî di serkeftina PSG’ya Lîga Şampyonan a sezona borî de, roleke girîng lîst, 10 gol avêtin û 6 asîst kirin.

Bi tevahî, Kvaratskhelia di 48 maçên PSG’yê de, di tevahiya sezonê de 19 gol avêtin û 11 asîst kirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24