FIFA'yê di dema Kûpaya Cîhanê de, ku vê havînê dê li Dewletên Yekbûyî, Meksîka û Kanadayê were lidarxistin, pêkanîna guhertinên nû yên biryarên hakemiya li ser lîstikê eşkere kirin.
FIFA'yê rave kir ku di nav wan xalan de ku hakem dê li ser bisekinin, neçariya derxistina her lîstikvanekî ku dema bi dijberê xwe re diaxive devê xwe digire, di rewşa pevçûneke navbera wan de li qadê ye.
Rêgezên mayî yên ku FIFA’yê ji bo bicîhanîna di Kûpaya Cîhanê ya pêşerojê de eşkere kirine, ev in:
- Lîstikvanê ji ber hêrsbûna xwe bi biryara hakem ji qadê derkeve, hakem dikare karta sor nîşanî wî bide.
- Ji bo lezandina lîstikê, hakem dikarin ji bo lêdanên ji golê û avêtina topê 5 saniyeyan hejmartina paşve bi kar bînin.
- Ger berî dawiya vê hejmartinê lêdanek ji golê neyê avêtin, dê ji bo tîma dijber lêdaneke korner were dayîn.
- Lîstikvanên ku hatine guhertin, divê di nav 10 saniyeyan de ji qada lîstikê derkevin, ji bilî rewşên ku lîstikvan birîndar be an jî pirsgirêkên ewlehiyê hebin.
- Protokola teknolojiya Alîkarê Hakemê Vîdyoyê VAR di hin aliyan de tê zelalkirin.