Di berdewamiya gera sêyemîn de li stadyoma Dêra Zorê tîma AL-Karama 2-1 tîma Qamişlo sport têk bir.
Tîma AL-Karama di deqeya 24an de skora maçê vekir û gola yekemîn anî.
Nîvê yekem ji maçê bi pêşketina AL-Karama 1-0 bi dawî bû.
Di nîvê duyem de û di deqeya 64an de tîma Qamişlo sport gola wekheviyê anî.
Di berdewamiya maçê de tîma AL-Karama hewlên xwe zêde kir û di deqeya 86an de tîma AL-Karama gola duyemîn û ya serkeftinê anî.
Bi vî awayî tîma Qamişlo sport 2-1 têk çû.