Li eyaleta Kerkê ya li başûrê Emman paytexta Urdunê li dijî Dêra Hemoud êrîşek çekdarî pêk hat.
Li gorî televîzyona dewletê ya Urdunê diyar kir ku çend çekdar ji wesayîtekê peya bûn û di dema merasîma cenazeyekê de li Dêra Hemoud a li Kerkê, dest bi gulebarandinê kirin.
Di encama êrîşê de herî kêm 7 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.