Lêkolîner û nivîskar Celal Temel: Kurd dîroka xwe baş nasnakin
Li Enqerê lêkolîner û nivîskar Celal Temel di bernameyeka taybet de di derbarê dîroka nêz a Kurdên Bakurê Kurdistanê de axivî. Temel destnîşan kir ku Kurd dîroka xwe baş nasnakin û pêwist e gelek xebat bên kirin. Lêkolîner û nivîskar Celal Temel li ser dîroka nêz ya Bakurê Kurdistanê bi sala ye lêkolînan dike û 6 pirtûk jî li ser dîroka Kurdan nivîsiye.