Çalakvana siyasî û mafên jinên Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî di 1'ê tebaxa sala 2023'an de li nêzî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hate binçavkirin û revandin.
Di 10'ê mijdara sala 2024'an de ji aliyê Şaxa 15'emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tawana serhildana çekdarî cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Piştî jinûve darizandinê, dadgehê careke din di 14'ê cotmeha sala 2026'an de cezayê darvekirinê bi fermî li ser wê ferz kir.
Li dijî biryara cezayê darvekirinê Kampanyaya ‘Azadî ji bo Werîşe Muradî’ ragihand ku 56 rêxistin û 383 kesayetan ku di nav wan de çalakvanên siyasî, nûnerên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan hene, daxwaznameyeke bilez îmzekirin.
56 rêxistin û 383 kesayetan ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku ji bo rêgirtina li darvekirina Werîşe Muradî, bikeve tevgerê.
Daxwaza rawestandina cezayê darvekirina Werîşe Muradî hat kirin
Name ji Komisyona Serbixwe ya Navneteweyî ya Vekolîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê û Raportorê Taybet ê rêxistinê yê ji bo Karûbarên Mafên Mirovan li Îranê re hate şandin.
Îmzekaran bang li rayedarên Îranê kirin ku bi fermî garantiya pêkneanîna cezayê darvekirinê bidin û gotin:
“Pêşengî û xala me ya herî bilez û sereke, rizgarkirina jiyana Werîşe Muradî û rêgirtina li darvekirina wê ye.”
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku rojane amar û hûrguliyên darvekirinan li Îranê dişopîne û belave dike, tenê di 8 mehên pêşîn ên sala 2026`an heta dawiya Tebaxê de herî kêm 18 jin hatine darvekirin.